Îran: Me 40 leşkerên DYE’yê kuştin

Îranê diyar kir ku wê li Dubaiyê li cihê kombûna leşkerên DYE’yê xistiye û 40 leşkerên Emerîkayê kuştine.

Êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê ketin roja 4’emîn. Îran û Hizbullahê bersivdayînên hevdem dane destpêkirin. Muhafizên Şoreşê yên Îranê îdîa kir ku wan li Dubaiyê baregehên DYE’yê bi balafirên bêmirov hedef girtine û di encamê de herî kêm 40 leşkerên DYE’yê hatine kuştin.

Muhafizên Şoreşê yên Îranê diyar kir ku wan li bajarê Dubai yê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî li cihê kombûna leşkerên DYE’yê  xistiye.

Muhafizên Şoreşê yên Îranê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev yek anîn ziman: ‘’Hêzên Deryayê yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, li dijî xaleke kombûna leşkerên DYE’yê ya li bajarê Dubai yê Mîrnîşînên Erebî yên Yekbûyî bi balafirên bêmirov êrîşek pêk anî.’’

Hate diyarkirin ku operasyon li hemberî êrîşên DYE û Îsraîlê weke bersivdayîn hatiye lidarxistin.

Hate îdîakirin ku di dema êrîşê de li xala hate hedefgirtin zêdetirî 160 hêzên deryayî yên DYE’yê hebûne, herî kêm 40 leşkerên DYE’y hatine kuştin û 70 leşker jî birîndar bûne.